Jineke din a Kurda Êzidî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê piştî 6 salên din jineke din a Kurda Êzidî, li Kampa Holê rizgar bû.

Mala Êzdiyan li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê piştrast kir ku keçeke din a Kurda Êzdî kariye ji Kampa Holê bireve û xwe radestî asayîşa Jinê li Heseke bike.

Li gor Mala Êzdiyan, Necla Seîd Îsmaîl xwe ji destê DAIŞê xilas kir, beriya du rojan xwe radestî Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê kiriye.

Biryar e Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Necla Seîd Îsmaîl bighînin malbata wê ya li Şingalê.

Necla Seîd Îsmaîl xelka Til Qesebê ye û di sala 1997an de ji dayîk bûye.

Li gor gotinên tîmên lêgerînê li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ji 200 keç û jin û zarokên Kurdên Êzidî di nav wê kampê de hene. Kesûkarên wan bêserûşûnan jî li Şingalê çaverêyî hatina wan in.

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014 de êrîşî qezaya Şingalê û gundên Kurdên Êzidî yên li derdorê kir. Di wê êrîşê de 6 hezar û 417 kes ji Kurdên Êzidî wek dîl ketin destê çekdarên DAIŞê û çarenvîsa hejmarek ji wan kesan diyar nîne.