Hejmara qurbaniyên erdehejê gihişt 29 kesan
Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê gihişt 29 kesan.
Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê derbarê erdheja parêzgeha Xapêt û derdora vê de amarên herî dawî belav kir.
AFADê ragihand ku ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt 29 kesan û heta niha 43 kes di bin kavilan de hatine rizgarkirin û di erdhejê de 1031 kes birîndar bûne.
Li gor zanyariyên malpara AFADê li navçeya Sivriceyê herî dawî di saet 19.30an de erdhejekê bi 5.1 pileya rîxterê rû da ku kûrahiya wê 15,71 kîlotmetreye bûye.
Li gor lêkolînên AFADê li herêmê ji ber erdhejê 30 avahî hilweşiyane û 134 avahî tûşî xisarê bûne.