Koçberên Efrînê li navçeya Şehba xwepêşandanek li dar xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên xelkê Efrînê li navçeya Şehba xwepêşandanek li dar xistin, û li pêş Navenda Lihevhatinê ya Rûsî, nameyek radestî berpirsê wê kirin û tê de xwestin ku Tirkiye ji herêma Efrînê derkeve.

 

Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdên Efrînê hatin hildan û daxwaz hate kirin, ku Tirkiye û çekdarên opozisyonê ji nav mal û milkên xelkê Efrînê derkevin.

 

Herwiha xwepêşanderan nameyek radestî berpirsê Navenda Lihevhatinê ya Rûsî kirin û tê de hatiye ku xelk dixwaze vegere ser malên xwe û beriya wê, divê artêşa Tirkiyê tevî çekdarên xwe ji Efrînê derkeve, da ku koçber bikaribin vegerin.

 

Ji aliyê xwe ve, berpirsê navenda lihevhatinê Îvaln-Ka, pêşwazî li şanda Rêveberiya Xweser ya ku xwepêşandan birêve dibir kir û tekez kir, ku ew ê nameya wan radestî seroketiya Rûsya bikin û ew ê hewil bidin, ku nebin aliyek, lê erkê wan ew e ku aliyên nakok li hev bînin.