PAKê şehîdên Zîndana Amedê bibîr anî

Navenda Nûçeyan -  Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akturk ku di Zîndana Amedê de canê xwe ji dest dane bibîr anî.


PAKê bi helkefta salvegera şehîdbûna girtiyên Zîndana Amedê weke Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akturk bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.


PAKê amaje diyar kir ku di sala 1984an  meha Çileyê de li Zîndana Amedê, welatperwerên kurd li himberî zulmê serîhildan, berxwedanek destpêkirin û di vê berxwedanê de gelek welatper şehîd ketin.


Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Em şehîdên çileya paşîna 1984an , Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akturk û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bibîr tînin.