Gel li ser sînorê Sirûc û Kobaniyê dest bi nobedê kir: 'Bijî berxwedana Rojava'

Sirûc (Rûdaw) - Li ser rêya Sirûc û sînorê Kobaniyê bi sedan kes, ji bo li dijî operasyon û êrişên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayê wê yên li ser Kobaniyê û Rojavayê Kurdistanê derkevin kom bûn û slogana "Bijî Berxwedana Rojava" hildan.

Rêya Sirûcê ku ber bi sînorê Kobaniyê  ve diçe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Ew der 5 kîlometreyan dûrî Kobaniyê ye. Lê destûr ji bo şandeya DEM Partiyê ku di nav de parlamenter Omer Ocalan û Ferit Şenyaşar jî hene nayê dayîn. 

"Kurdan cihan ji DAIŞê rizgar kir"

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan got, "Em ji bo destkeftiyên Kurdan li vê derê ne. Kobanî ji bo miletê me, ji bo her çar aliyê Kurdistanê û ji bo diyasporayê jî rûmeteke mezin e.

Li wî bajarî DAIŞ têk çû, Kurdan cihan ji DAIŞê rizgar kir, Kurdistan ji DAIŞê rizgar kir.

Lê aniha gefeke mezin li ser Kobaniyê heye, li ser Rojava heye."

Beriya nobeda DEM Partiyê, Parêzgariya Rihayê, hemû çalakiyên wekî meş, civîn û protestoyan 5 rojan qedexe kir.

Li ser rêyên têketina navçeya Sirûcê heta sînorê Kobaniyê, ji aliye hêzên ewlehiyê ve 6-7 heb xalên ewlehiyê hatin danîn.

"Bila Kurd hemû bibin yek û xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin"

Welatî Ferda Akazê got,"Em li ser xatirê zarokên xwe hatine, em li ser xatirê ku ev xwîn bisekine hatine.

Çima vê dinyayê gişt çav û guhên xwe ji me re girtine? Banga min; bila Kurd gişt yek bin.

Bila gişt li pey zarokên xwe herin û xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin."

Welatiyê bi navê Denîz jî wiha axivî, "Daxwaza min ji bo Rojava bila ev agirbest pêk were.

Bila miletê Kurd, miletê Ereb û çi milet li wê derê hene jiyaneke pak bijîn."

Ji ber girtina rê DEM Partiyê li xala kontrolê ku 5 kîlometreyan dûrî sînorê Kobaniyê bû daxuyanî da û nobeda li dijî operasyonan da destpêkirin.

Di çalakiyê de li Rojava kuştina du rojnamegerên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hat şermezarkirin.

Welatiyê bi navê Ahmet jî wiha anî ziman, "Em yên ku bûne sedema qetilkirina wan (Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn) şermezar dikin.

Serkeftin ji gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê re. Bijî berxwedana Rojava."

Ji Riha û navçeyên wê, ji Dîlok û Amedê gelek kes ji bo çalakiya nobeda sînorê Kobaniyê hatin Sirûcê.

Ji bo operasyon û êriş li ser Kobaniyê  çênebe wê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê ve her roj nêzî sînorê Bakur û Rojava çalaki bên lidarxistin.