Feysel Yûsif: Eger Amerîkî û Fransî bixwazin em dê dîsa bi Mezlûm Ebdî re rûnin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif got, “Eger Amerîkî û Fransî bixwazin em dê dîsa bi Mezlûm Ebdî re rûnin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û ENKS li hev civiyan.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif dabû zanîn ku “Hevpeymaniya Navnetweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon ) beşdarî civînê bûye.”
Hat zanîn ku civîn li Hisîçayê (Hesekê) li baregeheke Amerîkayê hatiye kirin.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî beşdarî civînê bûbû û li ser civînê agahî dan Rûdawê.
Feysel Yûsif da zanîn ku Amerîka û Fransayê girîngiyeke zêde daye vê civînê û xwestiye ku civîn pêk were.
Berdevkê ENKSyê amaje pê kir ku ew dixwazin ku “helwesteke Kurdî” ava bikin û bingehên wê hebin û got:
“Me behsa wê kir ku em dê devera xwe çawa ji gefan biparêzin û em karibin bikin ku miletê me bi aramî bijîn.”
Feysel Yûsif got, “Em heta niha bi PYNKyê re rûneniştine” û berdewam kir:
“Ji bo ku em PYNKyê re bicivin divê garantî hebin û pirsgirêkên me bên çareserkirin.
Mezlûm Ebdî got ku ew xwediyên gotinên xwe yên berê ne û em dê hewl bidin ku helwesteke Kurdî ava bikin.”
“Em dê dîsa bi Amerîkî û Fransiyan re rûnin”
Feysel Yûsif diyar kir ku dema civîneke din a bi Mezlûm Ebdî re ne diyar e û anî zimên:
“Em dê dîsa bi Amerîkî û Fransiyan re rûnin.
Eger Amerîkî û Fransî bixwazin em dê dîsa bi Mezlûm Ebdî re rûnin.
Girîng e ku Amerîka û Fransa piştgiriyê bidin van hevdîtinan.
Heta niha me gotiye em û Amerîkî, Fransî û Mezlûm Ebdî rûnin.”
“Em amade ne”
Berdevkê ENKSyê amaje pê kir ku ew dixwazin Kurd bi hev re herin Şamê û got, “Eger aliyên din amade bin em amade ne.”
Berdevkê ENKSyê li ser paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî got, “Em Sûriyeyeke federal dixwazin” û daxuyand ku ew federalîzmê ne tenê ji Kurdan re, ji pêkhateyên din re jî dixwazin.
Feysel Yûsif li ser helwesta Mezlûm Ebdî ya li ser partiyên siyasî anî zimên:
“Mezlûm Ebdî xwe wekî aliyê leşkerî dibîne û dibêje em dê piştgiriyê bidin nêrînên partiyên siyasî.”
Feysel Yûsif diyar kir ku ew dixwazin Pêşmergeyên Rojê jî li Rojavayê Kurdistanê hebin û got:
“Em dixwazin leşkerên Rojê deverên me û miletên me biparêzin.”
Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 24, 2024
🛑 Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî beşdarî civînê bûbû û li ser civînê agahî dan Rûdawê:
🎙️ Me behsa wê kir ku em dê devera xwe çawa ji gefan biparêzin
🎙️ Mezlûm Ebdî got ku ew xwediyê gotinên xwe ye
🎙️ Em dê dîsa bi Amerîkî û Fransiyan re rûnin… pic.twitter.com/jq8dZCJC73