Li Minbicê rewşa dawî çawa ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi operasyona “Hemleya Şehîd Ezîz Ereb Minbic” kiriye û şervan bi pêş ve diçin.
Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji 8ê Kanûna Pêşîn ve êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî van her du cihan diparêze û doh dest bi êrişa berevajî kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) doh ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê gundên Qeşle, El-Saiydiyen û El-Hac Seîdê kontrol kirine.
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya HSDyê, hemleya şervanan berdewam dike û heta niha çend gund hatine kontrolkirin.
Li hêla din, Navenda Ragihandinê ya HSDyê doh hinek dîmen belav kirin ku çekdarên li derdora Bendava Tişrînê direvin.