CENTCOM: Li Dêrezorê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ragihdan ku li Dêrezorê di encama êrişekê asmanî de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), hêzên wan li parêzgeha Dêrezorê barhilgireke çekan bombebaran kiriye.
CENTCOMê da zanîn ku di vê êrişa asmanî de barhilgira çekan hatiye îmhakirin, 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.
CENTCOMê her wiha ragihand ku "Ev êriş li herêmeke ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de bû pêk hat."
Di nav hefteyekê de ev cara sêyem e ku CENTCOM li Sûriyeyê êrişî DAIŞê dike.
CENTCOM Forces Kill ISIS Operatives, Destroy Truckload of Weapons in Syria Airstrike
— U.S. Central Command (@CENTCOM) December 24, 2024
On Dec. 23, U.S. Central Command (CENTCOM) forces conducted a precision airstrike in the Dayr az Zawr Province, Syria, killing two ISIS operatives and wounding one.
The terrorists were moving a… pic.twitter.com/YxaL8mKxnd