Derbarê Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku di encama lêpirsîna derbarê Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê de 42 kes hatine desteserkirin.

Îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Serokatiya Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê ve 1emîn Kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hate lidarxistin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê 1emîn Kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê de bi hinceta "pesnê tawan û tawanbar û propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê daxuyaniyek belav kir û got:

“Îro Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê 1emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ku li Amedê hat lidarxistin de bi tohmeta ku 'pesnê tawan û tawanbar dane û propagandaya rêxistina terorê' lêpirsîna edlî daye destpêkirin û biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Derbarê hinek gumanbaran de biryara girtinê jî hatiye dayîn.”

Di çarçoveya lêpirsînê de 42 kes hatine desteserkirin.