Li Çewlîgê qeza: 8 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otobusekê li du barhilgiran da, di vê qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qezayê şeva borî rû da, otobusa rêwiyan li ser berfê şemitî û li du barhilgiran xist.

Li gorî nûçeya DHAyê, rêwiyên bi navên D.K. (36), Z.T. (62), S.H., H.A., E.T., A.T. ên di otobusê de û rêwiyekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Herwiha ajokarê barhilgirê yê bi navê R. Î. jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê hemû birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Li gorî agahiyan, rewşa R. Î. ya tenduristiyê xerab e.