Real Grafîk - Krîstiyanên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê
Qamişlo (Rûdaw) - Krîstiyan duyem mezintirîn ola li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku beriya krîza li wî welatî û li gor amarên fermî yên hikumetê rêjeya wan derdora ji %10 bû, lê niha nîvê wan koçber bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hebûna wan herî zêde li Qamişlo ye û piştre Heseke û li Dêrik, Tirbêsipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê û bi rêjeyeke kêmtir li Til Temir û Reqa û beriya niha li Serê Kaniyê hebûn.
Ji 2 milyon û 600 hezar Krîstiyanên Sûrî, 350 hezar li Rojavayê Kurdistanê bûn.
Li gor navenda lêkolînên Krîstiyanan, hejmara wan li seranserê Sûriyê ji 800 hezar heya milyonekê ye û li Cezîra Rojavayê Kurdistanê 130 ta 150 hezar Krîstiyan mane.
Xwedî du netew û 11 mezheb in;
Netew: Siryanên Aşûrî û ermenî
Mezhebên sereke: Ortodoks, Katolîk, Protestan
38 dêr li nava Şamê û 67 dêr li gundewarên wê hene;
Tertûs 39
Heleb 56
Idlib 10
Hums 28
Hema 11
Lazqiyê 18
Hesekê 52
Dera 7
Siwêda 5
Dêra Zorê 5
Piraniya Krîstiyanên deverê jî Siryanî ne û ji milê netewî jî Siryan Aşûrî ne.
Li her bajarên ku lê dimînin taxên wan destîşankirî ne, tevî ku hevjînî di navbera wan û pêkhatiyên din de qedexekirî ye, lê serederî û têkiliyên baş di navbera wan û pêkhateyên din de heye.