Li Wanê jiyana zehmet a gundiyan û ajeldarî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzava ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ku navendeke girîng a ajeldariyê ye zivistana tund bandoreke neyînî li ser jiyana gundî û ajeldaran dike.

Li gundê Şahmanisê yê Payîzava, malbatên debara xwe bi ajeldariyê dikin, her roj li ser berfa spî ku her der girtiyê û hatiye tepisandin gihayên xwe radixin û ajelên xwe êm dikin.

Li Wanê bi hezaran malbat debara xwe bi ajeldariyê dikin û neçarin di şert û mercên zehmet de bi hev re tekoşîna jiyanê bimeşînin. Dayika 5 zarokan Şekernaz Şen jî, tevî barê malê ji bo debara jiyanê mil daye hevjînê xwe û bi hev re dixebitin.

Gundî Şekernaz Şen, dibêje, “Ez sibê demjimêr 4an ji xew radibim. Çayekê didim ser û demjimêr 5an nimêja xwe dikin û demjimêr 6-7 taştê xwe dixwin. Paşê kaya wan tînin. Yekem car demjimêr 9an giha didin wan û paşê avê didin wan. Piştre em wan dibin axur û demjimêr 1ê kayê didin wan. Gelek zehmet e, lê şertên debarê jiyanê jî ev in. Eger em vêya jî nekin, em nikarin bijîn. Jiyan gelekî zehmet e, bi ser de eger pezê me jî nebe em nikarin bijîn."

Gundî, ji bo êmkirina pezên xwe havînan giha berhev dikin da ku di zivistana dijwar de barê wan girantir nebe. Eger havînî amadehiyên xwe nekin, zivistan dê bo wan û ajelên wan zehmettir bibe. Lê îsal ji ber hişkesaliyê, têre pezê xwe giha û ka bidest wan neketiye.

Gundî Erkan Şen, dibêje, “Em hemû cotkarên li vêderê. Îsal hişkesaliyê ji aliyê giha û kayê bandoreke mezin li me kir. Bihayê kayê jî hûn dizanin gelekî bilind in. Xwediyên keriyan jî nîvî pezê xwe firotin û pê ka kirîn. Em 7 û nîv  8an radibim, yekem car gihayê wan çê dikin û piştre jî pezê xwe berdidin. Tiştê rutîn in, 4-5 mehan halê me ev e."

Gundî ji meha Kanûnê heta Nîsanê 5 mehan bi kaşkaşokan kaya xwe ya li ser berfa tepisandî hatiye danîn, dikşînin axuran û pezên xwe êm dikin. Li parêzgeha Wanê, ku di asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de di rêjeya ajelên biçûk de di rêza yekem de ye li gor amarên fermî jê 2 milyon 911 hezar 815 mî, bi tevahî 3 milyon û 166 hezar û 236 serî ajelên biçûk hene.