Berpirsên yekem ên partiyên Kurdistanê li Kerkûkê dicivin
Kerkûk (Rûdaw) - Kesên yekem ên partiyên Kurdistanê li Kerkûkî ji bilî PDKê dicivin û berpirsê komîteya parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komunîst eşkere kir, ku PDKê dibêje ji xeyinî Kerkûkê li her cihekî din be, dê beşdarî civînê bibin.
Berpirsê komîteya parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Şêx Sidîq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, kesên yekem yên partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser çend pirsan dicivin û got, gelek pirs hene ku divê danûstandin li ser bêne kirin, lê pêwîstiya çareserkirina hemû pirsgirêkên Kerkûkê bi rêkeftina navbera PDKê û YNKê heye û parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê destnîşan bikin.
Herweha eşkere kir, hemû civînên wan ji bo ragirtina bi erebkirin û danîna parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê ye.
Di derbarê amadenebûna nûnerê PDKê di civînan de berpirsê komîteya parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komunîst got, hertim PDKê dibêje ji xeyinî Kerkûkê li her cihekî be ew amadene beşdarî civînan bibin eger li Qerehencîr jî be û hêvî kir ku eger PDKê û YNKê li ser tiştên din pirsgirêkên wan hebin, lê li ser danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê lihev bikin.
Piştî 16ê Cotmeha 2017an ve ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hemû partiyên Kurdistanî li Kerkûkê mane, lê li gor gotina wan, desthilateke wan a wisa tine ye ku rêgiriya wan karên Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet li dijî Kurdan encam dide bikin.