Cihên dîrokî yên Amedê li ser cil û bergan tên neqişkirin

Navenda Nûçeyan – Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ku bi dîrok û çanda xwe mîna muzaxeneyek ser vekiriye, bajêr niha jî bi fîgûrên dîrokî yên li ser kevirên bedena wê hatine neqişkirin ji bo modaya cil û bergan wek çavkanî ye.

 

Bajarê Amed bi Bircên Bajêr, Kompleksa Muzeya Îçkaleyê (Nava Kelhê), Sûr û Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cî digirin, Mizgefta Mezin a wekî Herema Şerîf a 5an tê zanîn, Dêra St. George, Xana Artuqiyan û çend cihên din ên dîrokî gelek şaristaniyan reng û rûçikan dihewîne.


Ew neqş û fîgûrên li ser berhemên dîrokî yên li bajêr hatine çêkirin ji bo modayê bûn çavkanî. 


Di çarçoveya projeya ji hêla Enstîtuya Kamilbûnê ya Amedê tê birêvebirin de wêneyên wan fîgûr, neqş, reng û rûçikên taybet ên bajêr ku li ser berhemên çandî yên bajêr cih digirin ji hêla ekîbeke di nav de dîroknasên hunerê, mamosteyên nîgariyê, hîndekarên dîzayn û lixwekirinê û hostayên neqşê hene tên kişandin. Ew wêne li kompîterê tên barkirin û li gor neqş û fîgûrên dîrokî cil û berg tên dîzaynkirin.


Fîgûr û neqşên dîrokî yên bajêr li ser qûmaşan hat neqişkirin û hedef ew e ku bi cil û bergên ji wan qûmaşan bên çêkirin koleksiyoneke taybet derkeve holê û li ser podyûmê bên nasandin.


Midûra Enstîtuya Kamilbûnê ya Amedê Şîrîne Eronat got ku kar û xebata wan li ser motîfên kevneşopî ne û niha ekîbeke ji 20 kesî pêk tê bi qasî 2 salan e dixebitin û wiha pê da çû: "Amed mîna muzeyeke servekirî ye. Li her aliyekî bajêr cihekî dîrokî heye. Em di nav wê hewlê de ne ku bila reng, neqş û fîgûrên berê yên li bajêr bi keda me jî bigihînin pêşerojê."