Li Rojavayê Kurdistanê 'Komcivîna Kêmîneyan' hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Komcivîna Kêmîneyan ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hat sazkirin.

Di "Komcivîna Salane ya Yekem a Kêşeyên Kêmîneyên Bakurê Sûriyeyê" de hemû pirs û pirsgirêkên girêdayî neteweyên kêmîne li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ketin ber behs û lêkolînan.

Endamê Kargêriya Rêxistina Hevdestiyê Ebas Mûsa got:

“Em îro li bakurê Sûriyeyê li komcivîna yekem a salane ya pirsgirêkên kêmîneyan in.

Armanca sereke ya komcivînê gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên girêdayî kemîneyan e, çi maf, ol û ziman be yan jî pirsa nûnertiya siyasî be.

Ev pirs û pirsgirêk dê ji aliyê 10 beşdaran ve werin gotûbêjkirin.

Piştre naveroka van gotûbêjan dibin Komcivîna Kêmîneyan a salane ya Neteweyên Yekbûyî ku 28-29an ên vê mehê tê sazkirin.”

Beşdarên komcivînê gotina kêmîne red dikin û dibêjin ev gotin ji aliyê neteweyên serdest û desthilatdar li Sûriye û herêmê ve li wan hatiye kirin.

Ew diyar dikin ku ew bi xwe neteweyên resen ên herêmê ne.

“Ew bi zimanê xwe diaxivin”

Endamê Kargêriya Saziya Soroyoyê ya Siryanan Samir Henna jî anî ziman:

“Me behsa çend xalên berî 2011ê dema rejîmên dîktatorî yên wekî rejîma Beasê û tiştê li pey rejîmê li herêmê çêbûn kir.

Niha li gel hebûna Rêveberiya Xweser ku hemû mafên kêmîneyan dane.

Ew bi zimanê xwe diaxivin û nûnertiya xwe dikin.

Gotina kêmîneyê ji aliyê wê ve hatiye tunekirin û hemû ew tiştên neyînî ku li pey xwe anîbûn nemane.”

Di madeya yekem a Carnameya Neteweyên Yekbûyî de tê gotin ku divê ew welatên kêmîne li wan dijîn bên parastin û divê kêmîne li wan welatan ziman, ol û çanda xwe bi kar bînin û hevdem beşdarî geşepêdana aborî bin.