Nasnameyên 4 şervanan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzê Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 4 şervanan eşkere kir ku vê mehê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku Çiriya Paşîn a 2024an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevreyên me Hogir Reqa (Fîras Mihemed Bîco) di encama teqîna mayînek berê ya çeteyên DAIŞê de li gundê Qeremoxê  yê Kobaniyê û Heqî Qamişlo (Mihemed Ebas) di encama qezayekê de li bajarê Hesekê şehîd bûne.

Hevreyên me Rêzan (Ehmed Ewad Rehal) ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Ezba yê Dêrazorê û Dilşêr Bakur (Mehmûd Mihemed Qerataş) di encama qezaya trafîkê li bajarokê Şiyûxê yê rojavayê Kobaniyê şehîd bûn."

HSDyê da zanîn ku nasnameyên her çar şervanan û cihê ku wan canê xwe ji dest daye bi vî rengî ne:

Hogir Reqa: Navê wî yê fermî Fîras Bîco ye û 21ê Çiriya Paşîn a 2024an li Gundê Qeremoxê yê Kobaniyê canê xwe ji dest da.

Heqî Qamişlo: Navê wî yê fermî Mihemed Ebas e û û 22yê Çiriya Paşîn a 2024an li Hesekê canê xwe ji dest da.

Rêzan: Navê wî yê fermî Ehmed Rehal 21ê Çiriya Paşîn a 2024an li Bajarokê Ezbeyê yê Dêrezorê canê xwe ji dest da.

Dilşêr Bakur: Navê wî yê fermî Mehmûd Qetetaş e û 21ê Çiriya Paşîn a 2024an li Gundê Şiyûxê yê Kobaniyê canê xwe ji dest da.