Mesrûr Barzanî û Plasschaert êrişên li ser Kurdistanê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û êrişên vê dawiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2022an, li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û herdu aliyan tekezî li ser sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de her du aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kirin.