Rêveberiya Xweser: Armanca Tirkiyê guhertina demografiya heremê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer ragihand ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe kirine tewanên şer li beramberî gel dikin û belgeyên ku vê yekê îspat dikin di destê wan de hene.

Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer di hevdîtinekê de ligel medya xwecihî dibêje, di destê wan de belgeyên ku tawanên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe kirine hene û ew amede ne van belgeyan pêşkêşî aliyên peywendîdar ên navdeweletî bikin.

Umer tekez kir ku tu peywendiya "Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê" bi nasnameya Sûrî ve nîne û got: "Ev grûpên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve bo dijminatiya gelê Kurd û hemû heremê hatine pêkanîn. Li gel me belgeyên binpêkirin û tawanên wan grûpan ên ku derbarê gelê me de pêkanîne hene û em amede ne wan pêşkêşî aliyên peywendîdar bikin."

Umer amaje bi wê yekê da ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya van grûpan projeya xwe ya guhertina demografya heremê cîbicî dike û got: "Piraniya van grûpan ligel malbatên xwe li Efrînê bicîh bûne û ji bo şêniyên Efrînê yên li bajêr mane ji warên wan derxînin her roj kuştin û binpêkirinan dijî wan dikin. Erdogan dixwaze li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriye û Tirkiyê kembera Sune ya radîkal ava bike û gelê heremê bi xwe ji wir derxîne."

Umer herwiha tekez kir ku Erdogan mijara vegerandina Koçberên Sûriyê bo wergirtina piştgiriya raya giştî ya cîhanî bo pêkanîna vê projeya xwe bikar tîne.

Ev gotinên wî berpirsê Rêveberiya Xweser di demekê de ne ku Tirkiyê piştî êrişa serbazî ya bo ser Rojava, duh dest bi bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê kiribû û divê çarçovê de grûpeke koçberên Ereb duh veguhastibûn bo bajarê Serê Kaniyê.

Herwiha berî du rojan jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar aşkere kiribû ku wan 400 hezar koçber li bajarê Efrînê bicih kirine.

Tirkiye ev heyameke dirêj e hewl dide navçeyeke 'aram' li Rojavayê Kurdistanê ava bike bo ku bi milyonan koçberên Ereb ên li bajarên Tirkiyê veguhêze bo wê navçeyê herwiha di vê çarçovê de roja 9ê Cotmehê li gel grûpên çekdar êrişeke berfireh bo ser Rojava dabû destpêkirin û  Girê Spî û Serê Kaniyê jî di nav de dest danîbû ser çend navçeyên Rojava.

Ji ber êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar, li gor amarên hatine belavkirin, zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne. Rêveberiya Xweser jî bi berdewam hişyariyan dide derbarê hewldanên guhertina demografiya navçeyê ji aliyê Tirkiyê ve.