Amed (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya HDPê ragihand, ku dasnûtandinên wan ên li gel partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê berdewam in û got, ji bo me ya girîng, meseleya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan îro roja şemiyê (24-11-2015) ji Rûdawê re diyar kir ku tenê ne li Trikiyê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê li dijî deskevtiyên Kurdan konsepteke êrîşê heye û got, “Girîng e, ku gelê Kurd li hemberî vê konseptê yekrêz bin.”
Hevseroka Giştî ya HDPê da zanîn ku hevdîtin û civînên wan ên li partiyên Kurdistanî berdeam dikin û got: “Di vê qonaxê de, ku qeyûm bo Kurdistanê hatine erkdarkirin û êrîşên tund bi ser gelê Kurd de tên pêkanîn, her çi qas partiyên gelê Kurd cuda bin jî, ji bo me pir girîng e, ku werin cem hevdu, dîmenekî hevbeş nîşan bidin û yekîtiya hêzekê derxînin holê.”
Di warê hevpeymaniya HDPê ya li gel partiyên Kurdistanî de Pervin Buldan da xuyakirin, ku ew tenê di çaçroveya hilbijartinê de nêzikî vê mijarê nabin û got: “Helbet hilbijartina sedemek e bo vê yekê lê ji bo me ya girîng, meseleya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e bo paşerojê. Li dijî gelê Kurd êrîşên tund tên kirin.”
Buldan di axavtina xwe de bang li partiyên Kurdistanî kir û ji wan daxwaz kir ku divê ew li derveyî yekîtiya vê hêzê nemînin û got, mayîna derve ya yekîtiya vê hêzê berpirsyariyeke giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse