Rêveberiya Xweser: Tirkiye dixwaze siyaseta qirkirinê bidomîne

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li ser êrişên Tirkiyeyê got, "Tirkiye bi hedefgirtina gund, bajar û binesaziyan durûtî û niyeta xwe ya êrişkar derdixe holê û rûyê xwe yê rast nîşan dide ku dixwaze siyaseta qirkirinê bidomîne."

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Rojavayê Kurdistanê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 12 sivîl şehîd ketine.

Rêveberiya Xweser jî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser êrişên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiye li hemberî sivîlan êriş pêk tîne û ev yek jî binpêkirina eşkere ya hemû yasa û peymanên navneteweyî ne.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser tekez kir ku Tirkiye bi hedefgirtina jin û zarokan dixwaze îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê bişkîne û aramiya herêmê têk bibe.

"Dixwaze siyaseta qirkirinê bidomîne"

Rêveberiya Xweser di beşeke din a daxuyaniyê de got:

"Di dema ku rayedarên Tirk xwesteka xwe ya bidawîkirina şer derdixin pêş, hedefgirtina gund, bajar û binesaziyan durûtî û niyeta xwe ya êrişkar derdixe holê û rûyê xwe yê rast nîşan dide ku dixwaze siyaseta qirkirinê bidomîne."

Rêveberiya Xweser ji xelkê xwest ku li hemberî binpêkirin û sûcên şer ên Tirkiyeyê li ber xwe bide."

Rêvêberiya Xweser ji civaka navneteweyî jî xwest ku li rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigire û helwesteke cidî nîşan bide.

"Dev ji siyaseta dualî û bêdengiyê berdin"

Di dawiyê de Rêvberiya Xweser bangî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Rûsyayê kir ku di mijara kontrolkirina qada asmanî de berpirsyariyên xwe bigirin ser milê xwe û dev ji siyaseta dualî û bêdengiyê berdin.