Tirkiye êrişî Rojavayê dike: DEM Partiyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê got, “Dibe ku bandorên wêranker ên şer ji bo hemû hêzên li herêmê bibin sedema felaketeke mezin.”

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Başûr û Rojavayê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 12 sivîl şehîd ketine.

Li hêla din, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bêserûber in û got:

“Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”

Lijneya Birêvebir a DEM Partiyê daxuyaniyeke bi sernavê “Bila bombebaranên ku qedên jiyanê yên sivîl dikin hedef yekser rawestin” belav kir.

“Operasyon rêzikên hiqûqê yên navneteweyî bin pê dikin”

DEM Partiyê da zanîn ku “Êrişên hewayî yên ku piştî êrişa li Enqereyê dest pê kiriye dê tenê bibin sedem ku li herêmê bûyerên tundiyê kûrtir bibin” û li pey çû:

“Bombebarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî yên li Kobaniyê jiyana xelkê sivîl dixin metirsiyê.

Dibe ku bandorên wêranker ên şer ji bo hemû hêzên li herêmê bibin sedema felaketeke mezin.

Operasyonên ku sivîlan dikin hedef rêzikên hiqûqê yên navneteweyî jî bin pê dikin.

Domandina şer û pevçûnan dê tenê bibe sedema êş û mirinên zêdetir.

Em bang li hemû aliyan dikin ku rêyên çareseriyê yên aştî û diyalogê bidin ber xwe.”