Êrişa li Enqereyê: Nasnameyek hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya nasnameya kesekî eşkere kir ku êrişa li Enqereyê pêk aniye.

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Alî Yerlîkaya îro bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku nasnameya kesekî ji wan eşkere bûye.

Yerlîkaya diyar kir ku navê Alî Ordek e û ew endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Her wiha hat gotin ku nasnavê Alî Ordek jî Rojger e.

Alî Yerlîkaya li ser Alî Ordek ti agahiyên din nedan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku nasnameya jina ku bi Alî Ordek re êriş encam daye hîn eşkere nebûye.