Êrişên li Rojavayê: Hejmara kuştiyan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên Tirkiyeyê yên li Siwêdiyê de hejmara karkerên ku canê xwe ji dest daye bû 8.

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Başûr û Rojavayê kir.

Di van êrişan de stasyona kahrebayê ya li Kobaniyê, navendeke tenduristiyê ya li Qamişloyê û stasyon û avahiyên stratejîk ên li kantona Cizîrê bûne hedef.

Her wiha saet 02:30î Stasyona Siwêdiyê ya li Dêrikê bi balafirên şer hat bombebarankirin.

Berê hatibû gotin ku di vê êrişê de 3 karkerên kargeha gazê canê xwe ji dest daye û bi dehan birîndar hene.

Li gorî nûçeya ANHAyê, 5 karkerên din ên birîndar jî canê xwe ji dest daye û bi awayî hejmara karkerên ku li Siwêdiyê canê xwe ji dest daye bûye 8.

“Tirkiye sivîlan dike hedef, ev sûcên şer in”

Li hêla din, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bêserûber in û got:

“Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”