Rêveberiya Xweser tov belaş dide cotkaran

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê tov belaş dide cotkarên ku îsal zirar dîtiye.

Rêveberiya Xweser li ser belavkirina tov daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku di encama civîna Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a ku 26ê Tebaxa 2024an hatibû li darxistin de biryar hatiye dayîn ku tov belaş bidin cotkarên ku zeviyên wan îsal ji ber şewatê zirar dîtiye.

Di wê çarçoveyê de, Rêveberiya Hilberîna Nebatan a Kantona Cizîrê beşên girêdayî xwe agahdar kirine ku dest bi belavkirina tovê hişk û nerm bikin.