Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Tirkiye sûcên şer dike.”

Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişek hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Rayedarên Tirkiyeyê amaje bi PKKyê dikin lê heta niha bi awayê fermî nehatiye eşkerekirin bê ma êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Lê Tirkiye piştî vê êrişê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

“Tirkiye sivîlan dike hedef, ev sûcên şer in”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bêserûber in û got:

“Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”

“Hêzên me ji bo parastina axa xwe amade ne”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan rêya dîyalogê xwestiye lê ji şer re jî amade ne û got:

“Me gelek caran amadebûna xwe ji bo dîyalogê anîbû ziman lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne.”