Leyla Zana: Tîrêjeke hêviyê derketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li ser nîqaşên di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku "tîrêjeke hêviyê derketiye".

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Leyla Zanayê di peyama xwe de pêşhatên dawî wekî "mizgînî" pênase kir û wiha got:

“Ji bo hemû wan kesên ku ji şer û pevçûnan hawarê dikin tîrêjeke hêviyê derket. Ji bo wan kesên ku benda aştiyê bûn silav hat.

Çavê me ronî be. Em ew kesên ku li benda aştiyê ne, em dê tevî wan kesan bibin ku van pêşketinan di asteke hiqûqî û siyasî de veguherînin çareseriyeke demokratîk.

Bê hincet em dê li pişt we rawestin. Yên li erdnîgariya Rojhilata Navîn tovên aştiyê çandine bila zanibin ku em dê li ser avdana wan tovan berdewam bin. Mijar kûr e, dîrokî ye û giran e.

Em hemû ji bo vî şerê ku herî kêm nîv sed sal e didome bi dawî bibe rû bi rûyê berpirsyariyeke cidî, kûr û dîrokî ne.

Bila bereketa tovên aştiyê zêde bibe ku beriya bi deh salan hatine çandin û siberoja me azad bibe.”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan 23yê Çiriya Pêşînê li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir.

Piştî hevdîtinê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê Xê peyama Abdullah Ocalan ji raya giştî re eşkere kir.

 Abdullah Ocalan wiha got:

"Eger şert û merc guncav bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna şer û tundûtûjiyê veguherînim zemîneke hiqûqî û siyasî."