Di navbera PJAK û Supaya Pasdaran de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sewlawayê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên PJAKê û Supaya Pasdaran a Îranê de şer derket, çekdarekî Supaya Pasdaran hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Îranê 22yê Çiriya Pêşîn li nêzikî gundê Dêweznawê yê di navbera navçeyên Sewlawa û Kamêranê de di navbera gerîlayên PJAKê û Supaya Pasdaran a Îranê de şer derketiye.

Qeymeqamê Sewlawayê Kiyanuş Seqefiniya li ser mijarê ji ajansa nûçeyan Tasnimê re axivî.

Kiyanuş Seqefiniya da zanîn ku çekdarekî Supaya Pasdaran ê bi navê Mihemed Ehmedpûr di şer de hatiye kuştin.

Li aliyê din li gorî raporên Rêxistinên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, tîmeke Supaya Pasdaran ên Kamêranê li nêzîkî gundê Dewîznaw li ber gerîlayên PJAKê kemîn daniye û di navbera wan de şer derket.

Di encamê de endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin û 2 endamên din jî birîndar bûne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) heta niha derbarê şer de ti daxuyanî nedaye.