Asayîşê 28 kes bi tohmeta gefxwarin û xeracê desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan li Hewlêrê 28 kes bi tohmeta gefxwarin, lêdan, wergirtina xeracê, danûstandina bi dolarên Lîbyayê û pereyên sexte desteser kirine.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Duşemê 24ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji roja 31ê Tîrmeha 2022an ve heta niha 28 kes li Hewlêrê hatine desteserkirin, ji wan 19 welatiyên Herêma Kurdistanê, 6 welatiyên Sûriyê û 3 kesên ji Bexdayê ne û tohmeta gefxwarin û lêdanê, bikaranîna navên dezgehên ewlehiyê, wergirtina xeracê, danûstandina bi dolarên Lîbyayê û pereyên sexte li ser wan heye.”

Li gorî daxuyaniyê, ew 28 kes li gorî bendên 452-281 yên yasaya cezayên Iraqê û biryara 160 a sala 1983an ji aliyê saziyên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hatine desteserkirin û ji bo dadgehê hatine şandin.

Yek ji wan tohmetbaran ji bo Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li xwe mikur hat ku wan 10 hezar dolarê Amerîkî bi 20 hezar dolarên Lîbyayî guhertine lê li şûna 100 dolaran yek dolar daniye û got, “Min li wan kesên ku guh nedan min gulebaran kir.”

Wî tohmetbarî her wiha anî ziman, “Eger hemwelatiyên ku bi me re dixebitîn pere nedana me, me bi zorê pere ji wan distand” her wiha got, wan li Hewlêrê kemînek ji kesekî re danîne û li wî xistine û piştre otomobîl birin û li sûkê otomobîl firotine.

Tohmetbarekî din jî got, “Me jinek razî kir ku dolarên Lîbyayî bide me, ez çûm û min ew li ber gundê Libnanî yê Hewlêrê siwarî otomobîlekê kir. Me di nav otomobîlê de lê da 900 dolar pê re bûn, me jê stand û em çûn.”

Di nav wan îtîrafên ku ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin de, îtîrafên welatiyekî Sûriyê û welatiyekî Iraqî jî hene ku bi navê firoştina dolarên Lîbyayî bi grûpê re kar kirine û pere ji xelkê standine.