Li Elkê ava vexwarinê qirêj diherike lê ji bo çareseriyê gav nayê avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya ser bi Şirnex a Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna xizmeta şaredariyê, ava vexwarinê ya xelkê navçeyê pîs bûye û zibilê li kolanan jî nayê komkirin.

Hevserokê rêkxistina HDPê yê navçeya Elkê Ferhat Temel îro Duşemê 24ê Cotmeha 2022an beşdarî bultena Rûdawê bû behsa rewşa dawî ya navçeyê kir.

Hevserokê rêkxistina HDPê yê navçeya Elkê Ferhat Temel di derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got, “Li her deverê, dema ku baran dibare, çavkaniyên avê şolî dibin û pêwîst e ava di depoyên avê de bê paqijkirin, lê bi salan e li navçeya wan ev pirsgirêk berdewam e.”

Zêdetirî 3 salan e şaredariya navçeyê di destê AKPê de ye û xelk ji nebûna xizmetgûzariyan gazinan dikin. Berê cîhazê pakkirina avê hebû lê niha kar nake û nehatiye guhertin jî, ava vexwarinê piştî baranê weke heriyê diherike û heta havînê bi wî rengî dimîne.

Ferhat Temel di îskanekê de hinek av nîşan da û got, “Di dîroka Elkê de pirsgirêka herî mezin her av bûye. Gelê Elkê heta biharê gelek zehmetiyan ji ber vê avê dikişînin. Şaredariya ji bo çareseriyê demkî gav avêtine lê têra gelê Elkê nake.”

Ferhat Temel li ser çareseriyê jî diyar kir ku divê ava Zozanên Lalişê û Feraşînê ku pak e ji bo Elkê were anîn.

Ferhat Temel destnîşan kir ku dema partiya wan desthilatdar bû li navçeyê ji bo ku gel bikaribe avê bi kar bîne çareserî dîtibûn lê niha 4 sal in şarederî di destê AKPê de ye ti gav ji bo pakkirina avê nehatiye avêtin.

Li gorî zanyariyan, zibilê li kolanan jî nayê komkirin. Karkerên şaredariyê mûçeyê xwe werdigirin lê piraniya kolanan her dem qirêj in. Xelk ji vê rewşê ne razî ye lê şaredarî ti gavan navêje.

Ferhat Temel her wiha anî ziman, “Em dem dem tînin ziman, dema em ji gel dibihîsin em bi rêya kanalên we tînin ziman lê ev gazinde heta niha jî têne kirin.”

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê Serokê Şaredariya Elkê Habip Aşan etîket kiriye û ligel dîmenan peyamek belav kiriye û gotiye, hemwelatiyên navçeya Elkê ew dîmen jê re şandine. Herî ji muslixên malên wan diherike û li kolanan zibil nayê komkirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên xelkê hûn li benda çi ne?”