Rêveberiya Xweser tovê genim li ser cotkaran dabeş dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bo werza çandiniya 2021-2022an tovê genim li ser cotkaran dabeş dike.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Selman Barûdo ve hatine ragihandin, ew dê alîkariya pêwîst bi cotkaran re bikin, ji bo dabînkirina pêdiviyên werza çandiniyê ya 2021-2022.

Her bi gotina Selman Barûdo, Desteya Abûrî û Çandiniyê ji bo her donimek zevî ji genimê avî 35 kîlogram tov, û ji bo donimek zevî ji genimê bejî 22 kîlogram tov terxan kirine, bi awayekî ku ji bo her cotkarekî, ne bêhtir ji 5 tonan hatiye terxankirin, eger zevî bejî be, lê eger zevî avî be, dana tov vekirî dimîne, li gorî plana çandiniyê.

Derbarê nirxê tov jî, Rêveberiya Xweser 1 kîlograma tovê genim bi 1200 lîreyên Sûrî diyar kiriye, di demekê de ku ji aliyê bazirganan ve, bi 1500 lîreyên Sûrî tê firotin.