Li Erzinganê wesayîta leşkerî qeza kir
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Erzingan ê Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerên Tirkiyê wergeriya û di encama qezayê de leşkerekî canê xwe ji dest da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên berdest li navçeya Îlîçê ya Erzinganê wesayîta bi plakaya 24 ER 151 ku leşkerê pispor Çagri Adiyaman diajot ji kontrola wî derket û wergeriya.
Di encama bûyerê de leşkerê bi navê Furkan Kaplanbaba canê xwe ji dest da û ajokar Çagri Adiyaman û leşkerekî din bi navê Tarik Dost birîndar bûn.
Tîmên hawarçûna bilez du leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Mengucek Gaziyê.