Erebên Sunî ji tirsa Heşda Şeibî venagerin cih û warên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Awareyên Erebên sunî dilgiran in ji ber bûyerên dawîn ên Kerkûk û deverên din û dibêjin, heta ku Heşda Şeibî ji cih û warên wan dernekevin, ewê venegerin wan deveran.

 

Ebdulcebar Kerîm ku awareyekî Erebê sunî ye û niha li Hewlêrê dijî ragihand: “Rewşa me li Herêma Kurdistanê gelek baş e û em bi aramî dijîn. Em zêdetirî du sal in li Hewlêrê dijîn û xerîbiyê hîs nakin. Emê venegerin deverên xwe jî, çimku Heşda Şeibî li wir e. Yekane cihê ku ji bo me aram e, Hewlêr e.”

 

Gelek awareyên Ereb ên sunî, li Hewlêrê siberoja xwe ava dikin. Ew naxwazin kar û jiyana wan a niha vegere bêkarî û cihê wêrankariyê.

 

Awareyekî Ereb ê sunî yê bi navê Rakan Ehmed jî dibêje: “Li cih û warê me kar tine ye. Her tişt wêran bûne. Ez li vir im û du sal in kar dikim. Loma ez nikarim vegerim û karê xwe ji dest bidim. Herwiha em li vir di aramî û asayişê de dijîn, li deverên me aramî û asayiş tine ye.”

 

Li gor amarên nefermî, nêzîkî 500 hezar awareyên bajarên Rûmadî, Felûce, Tikrît, Bêcî û Mûsilê li Hewlêrê mane, her çi qas ew dever bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê hatibin kontrolkirin jî, xelkê ji wan deveran dibêjin, ti ciyawaziya Heşda Şeibî ji DAIŞê tine ye di derbarê cezakirin û jinavbirina suniyan de.