Li Nisêbînê dibistana kurdî vebû
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dibistaneke hat vekirin ku dê perwerdeya kurdî bide.
Dibistana binavê Ehmet Bayhan a perwerdeyê bi kurdî bide bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Şaredariya Nisêbînê, Npneritiya Egitim-Sen a Nisêbînê û Şaxa Kurdî-Derê ya Nisêbînê li taxa Girnavas hat vekirin.
Di merasîma vekirina dibistanê de Parlementera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rayedarên Şaredariya Nisêbînê, rêveberên HDP û DBP û gelek niştecihên navçeyê amade bûn.
Di merasîma vekirinê de Gulser Yildirim axivî û bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê.
Yildirim ew hêvî dikin ku dê ev dibistan bibe bingeha hemû dibistanên kurdî yên li Kurdîstanê û wiha got: “Daxwaza me ew e ku hemû zarokên me perwerdehiya xwe li ser heqîqeta zimanê dayika xwe bibîne. Ev xebat pir pîroz, dîrokî û girînge.”
Di merasîmê de Nûnerê Eggitim-Senê yê Nisêbînê Kadrî Baysal jî axivî û diyar kir ku vekirina vê dibistanê ji bo Nisêbînê û zarokên Nisêbînê rojek dîrokî ye û pêwîst e zarok bi zimanê dayika xwe mezin bibin û perwerdeyê bibînin.
Baysal amaje kir ku ev dibistana wan ne girêdayî tu pergalan e.