Li ber çavên wan bajarê wan tê wêrankirin
Sînorê Kobanî (Rûdaw)- Penaberên Kobanî li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê li bajêrê xwe yê ku hemû jiyana xwe tê de derbas kirine, dinêrin ku çawa tê wêrankirin.
Penaberên Kobanî dibêjin, ew bajarê ku me bi xwêdana xwe ava kiriye niha li ber çavên me tê wêrankirin.
Îzedîn û hevjîna xwe ligel herdu keçkên xwe her roj tên ser sînor û li topba û bombeyên ku bi ser bajarê wan de dibarin, dinêrin.
Tevî wêraniya ku rastî bajêrê wan hatiye, lê dîsa penaberên Kobanî bi taybetî yên ku ji sînor nêzîk in, hêvî dikin ku rewş baş bibe û ew vegerin ser mal û milkên xwe…