Iraq daxwaz dike Konsulxaneya Kuwêt li Hewlêrê bê vekirin

 

 

Hewlêr(Rûdaw) - Encumena Wezîrên Iraqê daxwaz ji Wezareta Derve ya Iraqê kir ku kar ji bo vekirina Konsulxaneya Kuwêtê li her du bajarên Hewlêr û Besrayê bike.

Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîrên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku encumenê di civîna xwe ya heftane de ku bi serokatiya Serokwezîr Nûrî Malikî hat lidarxistin, daxwaz ji Wezareta Derve ya Iraqê kir ku kar ji bo vekirina Konsulxaneya Giştî ya Kuwêtê li Hewlêr û Besrayê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye ku Encumena Wezîrên Iraqê her wiha daxwaz kir ku Konsulxaneya Fexrî ya Berazîlê li Hewlêrê bê vekirin.

Heta niha, 27 welatan Kosulxaneya Giştî, Ofîsên Bazirganî, Konsulxaneya Fexrî û nûneratiyên xwe li Başûrê Kurdistanê vekirine, ji wan 16 welat vîzeyê didine hemwelatiyan.