HPGyê nasnameyên du gerîlayan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li herêma Zarpê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Îbrahîm Mêrdîn û Reşîd Farqîn 26ê Hezîrana 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê got, “26ê Hezîrana 2018an li herêma Zapê di encama êrişa dijmin de hevrêyên me Îbrahîm û Reşîd tevlî karwanê şehîdan bûn, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Îbrahîm Mêrdîn: Navê wî yê fermî Sabrî Karaman e û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Reşîd Farqîn: Navê wî yê fermî Servet Uzyandî ye û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku Îbrahîm Mêrdîn sala 2014an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan bûye.

Reşîd Farqîn jî sala 2015an tevlî refên gerîlayan bûye.