Li Efrînê ji bo tomarkirina çekdaran navendek hatiye vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Şeranê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bo tomarkirina çekdaran navendek hatiye vekirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê, çekdarê naskirî yê bi nasnavê Ebû Ferhan ku di grûpa Sultan Muradê de fermandar e, li gundê Qurt Qolaqê yê Şeranê navendek vekiriye.

Ev navend, bi fermana istixbarata Tirkiyeyê hatiye vekirin.

Armanca navendê ew e ku navên wan çekdaran tomar bike ku dixwazin bibin endamên wê grûpê.

Grûpa Sultan Muradê dixwaze beramberî mûçeyê mehane navan tomar bike û wan kesan bişîne Azerbeycanê da ku li kêleka hêzên Azerbeycanê şer bikin.

Li gorî zanyariyan, piraniya kesên ku navên xwe tomar kirine zarokên kêmtir ji 18 salî ne û hejmara wan gihiştiye bêhtir ji 60 zarokî.

Li aliyê din, hejmara giştî ya çekdarên li wê navendê gihiştiye derdora 240 çekdarî.

Heman zanyarî destnîşan dikin ku berê jî grûpên li Efrînê, çekdarên xwe şandibûn Azerbeycan û Lîbyayê da ku beşdarî şer bibin.