Geştên asmanî di navbera Hewlêr û Stenbolê de dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku îşev, geştên asmanî di navbera Hewlêr û Stenbolê de dest pê dikin.

Rêveberê Firokevaniya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar aşkere kir îşev, 24.09.2020, geştên asmanî di navbera Hewlêr û Tirkiyê de dest pê dikin.

Hoşyar got, “Hêla Pegasus dê îşev yekem geşta di navbera Stenbol û Hewlêrê de pêk bîne. Firokeya ku dê îşev demjimêr 23.25 ji Stenbolê rabe, dê demjimêr 02.00 li Hewlêrê be.”

Ji ber belavbûna vîrusa Coronayê û di çarçova tedbîrên rêlibergirtina wê vîrusê de, meha Adara îsal geştên asmanî di navber Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibûn rawestandin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Ehmed roja 22ê Tîrmehê ragihandibû ku wan ferman daye firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, heta 1ê Tebaxê ji bo encamdana geştên navxwe û derve hemû amadekariyên xwe bikin.

Roja 1ê Tebaxê jî biryar bû geştên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de dest pê bikin, lê jibilî geşteke ji Tirkiyê bo Hewlêrê, encamdana geştên asmanî pêşiyê heta 1ê Îlonê û bi biryarek nû jî heta 1ê Cotmehê hatibûn paşxistin.

Lawend Mamundî, Rêveberê Yekîtiya Kompaniyên Geşt û Asmanî ya Kurdistanê berî niha ji Rûdawê re ragihandibû, di navbera Tirkiye û Iraqê de heftane 284 geşt dihatin encamdan lê ji ber vîrusa Coronayê niha ev hejmar daketiye 40 geştan.