Li Şingalê pirsgirêka nebûna mamoste û pirtûkên kurdî heye

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê demsala nû ya xwendinê destpê kiriye, lê xwandekar rastî gelek pirsgirêkan tên. Wêranbûna beşek ji dibistanan, kêmbûna hejmara mamosteyên zimanê Kurdî ji pirsgirêkên serekî ne.

Ji hezar mamosteyên zimanê Kurdî, niha tenê 100 mamosta li Şingalê mane. Ev yek jî cihê dilgiraniya xwendekaran e. Xwendekar daxwazê dikin ku mamostayên Kurdî û pirtûkên pêwîst ji wan re bêne dabînkirin.

Li Şingalê 13 dibistanên bi zmanê kurdî hatine vekirin û nêzîkî 5 hezar xwendekar dê xwendina xwe li wan dibistanan berdewam bikin. 

Mihsin Sikok dibêje: “Em niha kêyxweş in ku li Şingalê dibistana me vebûye. Mamosteyên me alîkariya me dikin. Em dixwazin pirtûkên nû bo me bên.”

Xwendekara bi navê Çinar Saed jî dibêje: “Dibistana me li Şingalê vebûye û careke din em dê bi zimanê kurdî xwendina xwe bikin. Em bi hev re têne dibistanê, ev yek jî bo cihê kêfxweşiyê ye.” 

Berî şerê DAIŞê nêzîkî 1000 mamosteyên zimanê Kurdî li Şingalê hebûn û ji wan bi tenê 100 mane û li ser karên xwe berdewam in.

Mamoste Hazim Qero jî diyar kir ku her sal prisgirêkên wan derbarê dibistan, mamoste û meteryalên bo  xwendinê hene û dibêje: “Mamosteyên me, pirtûkên me kêm in. Em hêvî dikin ku aliyên peywendîdar piştevaniyeke zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkên me bikin.”

Pêştir sala 2014ê nêzîkî 60 dibistanên zimanê Kurdî li navçeya Şingalê hebûn, niha beşek ji wan hatine vekirin û derdora 600 xwendekaran lê  xwendina xwe dikin.