Komîsyon: Çend welat, sazî û ajansên cîhanî dê çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku heta niha 6 welatan bi rêya konsulxaneyên xwe yên li Herêma Kurdistanê biryar dane, ku çavdêriya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.

 

Birêveberê Fermangeha Peywendî û Ragihandinê li Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, Şoriş Hesen diyar kir, ku heta niha 8 rêxistinên navdewletî navên xwe li cem wan tomar kirine, daku çavdêriya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.

 

Şoriş Hesen got, şeş ji wan rêxistinan bi rêya konsulxaneyên Amerîka, Kanada, Brîtanya, Fransa û Koreya Başûr li cem komîsyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê serlêdan kirine.

 

Bi gotina Şoriş Hesen, 10 kanalên televîzyonî û ajansên navdar ên cîhanê jî ji bo rûmalkirina hilbijartinan navên xwe li cem komîsyona hilbijartinan tomar kirine.

 

Cîgirê Birêveberê Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Hilbijartinan, Diyar Nesredîn jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku hejmara çavdêr û nûneran çiqasî zêde be, dê çavdêriya hilbijartinan jî ewqasî baştir bihê kirin.

 

Biryar e di 30ê Îlona îsal de hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê birêve biçe.

 

Herwiha du roj berî birêveçûna dengdana giştî, dê di 28ê Îlonê de jî dengdana taybet li seranserê Herêma Kurdistanê birêve biçe.