Ji Leyla Zanayê bo Neteweyên Yekbûyî nameya referandûma serxwebûnê
Amed (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zanayê, derbarê giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nameyek şand.
Leyla Zana di nameya xwe ya ji bo Neteweyên Yekbûyî şandiye de, wiha dibêje:
Kurd yek ji wan gelan e ku cîhanê ew bê statû û bê dewlet hiştine. Kurdan sedsala bihurî jî bi komkujî, enfal, nefîkirin, înkar û polîtîkayên asîmîlasyonê derbas kir.
Erdnîgariya Kurdistanê, ji rastiya dîrokî û jiyanê dûr, ji aliyê peymanan ve, li gorî berjewendiyên dewletên desthilatdar ve hate perçekirin.
Çiqas li mafên xwe geriya rastê rûyê zalim ê dewletan hat û ew bû hedefa wan.
Kurdan mazovaniya gelek çand û pir rengiya nîjadî û olî kiriye û tu caran ji ber ziman û olên cuda zilmê li kesî nekirine. Digel ku ewqas rastê niheqiyê hatiye jî sebr û mazlûmiya xwe parastiye.
Kurdan li hemberî barbarên DAIŞ'ê bedelên gelek giran da. Li hemberî van barbaran hem ji bo parastina hebûna xwe û hem jî ji bo rûmeta mirovatiyê têkoşîneke bêhempa û bi rûmet da û hê jî vê têkoşîna xwe berdewam dike.
Îro gelên Kurdistanê ji bo daxwaza mafên xwe yên rewa diçe referandûmê.
Referandûm ji bo ku mirov bizanibe ka gel çi dixwaze û çawa bijî amûrek e û ew jî vê rêbaza demokratîk û aştiyane bi kar tînin. Ev daxwaza demokratîk tenê divê ji bo biryara gelên Kurdistanê re bê hiştin û referandûm weke gaveke rewa û mafdar bê dîtin.
Dema ku dor tê ser kurdan û mafên wan hin dewlet hemû pirsgirêkên xwe datînin aliyekî û dibêjin "Ez ji te hez nakim lê ne ligel te me jî". Dema van gotinan êdî derbas bûye.
Her civakek bi rûmet û her takekes dema ku koletiyê red dike, li benda erêkirin û qebûlkirina cîranên xwe nasekine. Daxwaza maf û azadiyan a gelên Başûrê Kurdistanê divê weke desteserkirina mafên dewletên cîran neyê dîtin. Referandûm divê weke pirsgirêka ewlekariya neteweyî ya welatek jî neyê dîtin. Dewletên cîran divê hedê xwe zanibin û bi hizir tevbigerin. Pêwîst e gefan nexwin û li hemberî mafên demokratîk ên gelên Kurdistanê zimanekî berpirsyarane bi kar bînin.
Ji ber ku kurd maf û azadiyên xwe yên herî bingehîn dixwazin, çavên tu kesî li bedeldayîna wan nebe! Gelê kurd hate kîmyabarankirin... Bi awayeke sîstematîk rastê komelkujiyê hat. Gund û bajarên wan hate şewitandin û ew hatin nefîkirin. Ziman, çand û nasnameya wan hate qedexekirin. Bi hezaran jinên êzidî yên kurd hatin revandin û di bazarên koleyan de hatin firotin. Me gelê kurd dê êdî çiqas bedel bide?
Dewletên cîhanê divê rê li ber mafên rewa û demokratîk ên gelên Kurdistanê negre. Pêwîst e dewletên cîhanê piştgirî bide li vê rêbaza aştiyane ya bidestxistina mafan.
Mafên gelan heye ku çarenivîsa xwe bi destê xwe xêz bikin. Ev mafê gelên Kurdistanê ye jî.
Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, hêzên hevpeyman û dewletên herêmê divê li hemberî gelên Kurdistanê û herî zêde jî li hemberî gelê kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin û deynê xwe yên dîrokî bidin. Ger îro nebe, kengê?
Kurd dibêjin êdî bes e. Pêwîst e di sedsala 21'emîn de hemû gel bigihijin mafên xwe û bi awayeke azad di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê jî pêwîst e bingeha sîstema demokratîk bê danîn.
Ev referandûm hêviyeke nû ye. Referandûm li hemberî înkar, tunekirin, asîmîlasyon û desteserkirina mafan serî rakirine. Ji bo gelên Kurdistanê û bi taybetî ji bo jinan fersendek derdikeve holê...
Gelên Kurdistanê di nava vê heftiya bihurî de li qadan sindoqên xwe danîn û daxwaza xwe ya azadiyê qêriyan. Divê cîhan vê qêrînê bibihîze.
"Tu tişt ji azadiyê bi qîmetir nîn e."
Bi rêzdarî
Leyla ZANA