Sendîkaya Rojnamevanan êrîşa ser Şero bi tundî şermezar dike

Duhok (Rûdaw) – Baskê Duhokê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa ser peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero şermezar kir û daxwaz ji rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kir daku rêzê li mafên mirovan û bi taybet jî yê rojnamevanan bigre.

 

Roja 22ê Îlonê hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê, rê nedan ku peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero here gel malbata xwe ya gundê Dugirka ya navçeya Girkê Legê ya ser bi Hesekê.

 

Hêzên asayîşê bi tevê rênedanê sivikatî bi peyamnêra Rûdawê kirin û bi tevî ku dizaniyan ducan e, lê dan.

 

Baskê Duhokê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyekî ev helwesta rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku li ti deverî astengî û binpêkirinên li hember mafên rojnamevanan neyên kirin.

 

Sendîkaya Rojnamevanan daxwaz ji rêveberiya Rojava jî kir ku destûrê nede bûyerên weke kuştin, girtin, lêdan û dûrkirina rojnamevanan.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê êrişê şermezar dike. Rengîn Şero hem wek rojnamevan û hem jî weke xanimeke ducanî û weke hevwelatiyekê Rojavayê Kurdistanê, hêjayî lêxistin û sivikatîpêkirin û rêgirîkirina li wî bo serdankirina kesûkar û herêma xwe nîne. Mixabin, ev ne cara yekem e jî ku rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî tundûtîjî û sivikatîpêkirinê dibin. Ev jî zelal e ku rojnamevanên Rûdawê baca pîşeyîbûna xwe di rûmalkirina bûyerên Rojavayê Kurdistanê de didin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê roja 22ê Îlonê bi daxuyaniyê daxwaz ji rêxistinên Kurdistanî û navdewletî yên parastina mafên mirovan, bi taybet jî rêxistinên mafên rojnamevanan, azadiya nêrîn û rêxistinên jinan û zarokan kir ku dengê nerazîbûna xwe li hember destdirêjî û tundûtîjiya li hember payamnêra Rûdawê bilind bikin. Rûdawê daxwaz kir ku ev rêxistin guvaşan bixin ser karbidestên kantonan li Rojavayê Kurdistanê, daku sînorek ji bo tirsandin û êşandina rojnamevanan danin.

 

Rûdawê bi bîr xist ku zêdetirê salekê ye ku bi biryara kantonên Rojavayê Kurdistanê, rê li Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye girtin ku li Rojavayê Kurdistanê kar bike.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji berpirsên kantonan dike, destdirêjiya asayişê protesto bikin û li cihê wan rêgirîkirinan, rê bidin rojnamevanan bi azadî li Rojavayê Kurdistanê karê xwe bikin û rê li mafên wan negirin.