Kurdên Almanyayê banga hevkariyê bo penaberên Kobanê dikin

 

Almanyayê (Rûdaw)- Kurdên bajarê Kobanê yên niştecihên welatê Almanyayê ji rewşa herêmê dilgiran in û hêvî dikin ku xelk û mirovên wan ji mirin û birçîbûnê bên parastin

Herwiha bang li cîhanê dikin ku bi hewara malbat û kesûkarên wan yên li Bakurê Kurdistanê biçin û xwedî li wan derkevin.

Ciwan û xortên kurd li Almanyayê gawaz ji hikûmeta wî welatî dikin ku hevkariyên mirovî pêşkêşî xelkên Kobanê bikin.