Norwecê biryar da ji Ukraynayê re F-16an bişîne
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Holanda û Danimarkayê, Norwecê jî biryar da ku ji Ukraynayê re F-16an bişîne.
Medyaya Norwecê li ser zarê çavkaniyên eleqedar ragihand ku Norwecê biryar daye ku ji Ukraynayê re F-16an bişîne.
Derbarê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Norwec piştî Holeanda û Danimarkayê dewleta 3yemîn e ku dê ji Ukraynayê re balafirên F-16 bişîne.
Herwiha biryar e Serokwezîrê Norwecê Jonas Gahr Store bi biçe Ukraynayê.