Li Amedê pevçûn: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna di navbera du grûpan de kesek hat kuştin.

Bûyerê şevê din li Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê rû da.

Li gorî axafinên xelkê taxê, ev demek e ku di navbera wan her du grûpan de neyartî hebû.

Di encama şerê her du grûpan de N.Hyê 35 salî hat kuştin.

Tê gotin ku N.H. welatiyê Sûriyeyê ye.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman, termê kesê kuştî bir Bijîşkiya Dadî.

Li aliyê din, li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.