Keça Kurda Êzidî ya hat azadkirin: Ez dê dest bi jiyaneke nû bikim

Hewlêr (Rûdaw) – Hela Mehlo, ew keça Kurda Êzidî ku salek û 7 meh berî niha di operasyoneke hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê de li gel endamên din ên DAIŞê li Kerkûkê hatibû desteserkirin. Hela Mehlo piştî salên dirêj û dîlgirtinê, li Rêveberiya Çaksazî ya Jin û Zaroka li Hewlêrê gihîşt kesûkarên xwe.

Hela Mehlo dibêje, “Spas bo Xwedê ku hikûmetê ez rizgar kirim. Spasiya we hemûyan dikim, ti pirsgirêka min nema û ez dê dest bi jiyaneke nû bikim û nexweşiyên berî niha jibîr bikim.”

Dexîl Mehlo, birayê Helayê derbarê rizgarbûna xwîşka xwe dibêje, “Êzidî be yan Misilman, her kesê ku hevkariya me kiriye spas dikim. Em spasiya mala Serok Barzanî dikin.”

Dayika Hela Mehlo jî dibêje, “Dilê min gelek xweş e û mala we hemûyan ava be.”

Hela Mehlo ku xelka nahiyeya Girezîr a ser bi qezaya Şingalê ve ye, roja 3ê Tebaxa 2014an ji aliyê daiŞê ve hat revandin û jibilî wê ji 5 hezar malbatên wê nahiyeyê zêdetir ji 500 kes hatin revandin û bi hezaran koçber bûn.

Nûnerê Mîrê Êzidiyan Mîr Herman Mîrza Beg, amaje bi wê dike, nêzikî 2 hezar kes hîn jî di destê “terorîst”ên DAIŞê de mane û got, “Em rêz li wan kesan digirin ku ji destê DAIŞê tên rizgarkirin ji ber ku me nekarî wan biparêzin. Eger me parastiban dê halê wan ne wiha ba.”

Dema ku Hela ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin, temenê wê 17 sal bû, niha piştî zêdetir ji 6 salan vegeriya nav kesûkarên xwe û wek ew dibêje, hêviya wê ew e ku bav û 3 birayên wê yên bêserûşûn bên dîtin.