RIHA - Di çemê Feratê de termek hat dîtin

Hewlêr (Riha) - Li navçeya Girê Sor (Sêwereg) termê ciwanekî di çemê Feratê de hat dîtin.


Li navçeya Girê Sor a Rihaya Bakûrê Kurdistanê, li çemê Feratê, masîgiran perçeyên laşê mirovekî di avê de dîtin.


Piştî agahdarkirinê, tîmên hawarçûnê gihiştinê cihê bûyerê û perçe û hestiyên wî termî kom kirin.


Ji bo tespîtkirina nasname û zayendê, ew endamên wî termî bo morga Pîzişkiya Dadweriyê ya Rihayê hatin veguhastin.