Erdogan spasî li Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina li gel Serok Barzanî de, tekez li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir.  

 

Roja sêşemê (23.08.2016) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî ya Serok Komarê Tirkiye, ligel şandekî serdana welatê Tirkiye kir.

 

Barzanî li Firokxaneya Navdewletiya Enqerê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê Ferîdun Sinirlioglu ve hate pêşwazî kirin. Serok Barzanî êvariya heman rojê ligel Serok Komarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan civiya.

 

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Erdogan naveroka hewldana darbeya 15ê Tîrmehê Tirkiyê şîrove kiriye û herwiha spasî li Barzanî û gelê Kurdistanê kiriye ku li hember darbeya li Tirkiyê, hevsozê hikûmet û gelê Tirkiye bûne.

 

Erdogan di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kiriye û tekez li ser berfireh kirina peywendiyan, bi taybetî jî di warê aborî de, kiriye.

 

Di hevdîtinê de herwiha mijarên weke, şerê terorê li Iraq û Sûriye û gef û guherîna taktîkên terorîstan û bikaranîna zarokan ji bo karê terorîstiyê û amadekariyê operasyona Musilê jî hatine guftûgo kirin.

 

Serok Barzanî piştî hevdîtina ligel Erdogan li Koşka Çankaya ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ve hate pêşwazî kirin.

 

Di vê hevdîtinê de jî Barzanî pîrozbahiya serkeftina îradeya gelê Tirkiye ya li beranber darbeyê. Barzanî balkêşa ser rewşa aloz a navçeyê, êrîşên terorê û gefên li ber gelên navçeyê û herwiha pêwîst zanî ku ji bo pêkanîna aştî û aramiyê karê hevbeş bêkirin.

 

Di vê civînê de pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê,  çawayiya tekoşîna li dijî DAIŞê, hate guftûgokirin.

 

Hêjayê gotinê ye ku Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di şandê de amadebûn.