Li Erziromê 29 koçber hatin desteserkirin û 2 qaçaxçî hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyonekê de 29 koçber hatin desteserkirin û 2 kes jî bi tohmeta “Qaçaxçîtiya koçberan” bi biryara dadgehê hatin girtin.
Di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de tîmên girêdayî Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlehiyê operasyonek hat kirin.
Di encama operasyonê de 29 koçber hatine desteserkirin.
Herwiha bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan 4 kes hatin desteserkirin ku 3 ji wan welatiyên Tirkiye û yek Pakîstanî bû.
Hêzên ewlehiyê piştî kar û barên yasayî 4 veguhestin dadgehê.
Yek welatiyê Tirkiyeyê û yek jî welatiyê Pakistanê 2 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan bi biryara dadgehê hatin girtin.
Herwiha 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.