Deriyekî nû dê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Herêma Kurdistanê û Îranê li Hacî Omeranê civiyan û li ser vekirina Deriyê Sînorî yê Kêleşîn gotûbêj kirin.

Parêzgarên Hewlêr û Urmiyê ya parêzgeha Îranê rêkeftineke ku ji 20 xalan pêk tê ji bo zêdetir û baştirkirina danûstandinên bazirganî û hêsankirina geştiyariyê ya her du aliyan îmze kirin.

Vekirina deriyekî nû yê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de yek ji xalên rêkeftinê ye.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muitemidyan got, “Mijara girîng a ku di navbera me û şanda Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin, vekirina deriyekî nû yê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bû, ew jî deriyê Kêleşînê ye li Sîdekanê. Me li hev kir ku di demeke kurt de vekin.”

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî li ser vekirina deriyê nû anî ziman, “Rêkeftina ku me bi parêzgar re îmze kir, rêkeftineke nû ya ji 20 xalan pêk tê, dê hêzê bide hemû rêkeftinên berê. Rêkeftinên berê bûne sedema zêdebûna ji sedî 25ê tevgera bazirganiyê li Deriyê Hacî Omeran-Temercînê. Her du alî jî bi îradeyeke xurt dê pirsgirêkên ku bazirgan û xelkê deverê li rastî tên çareser bikin.”

Deriyê sînorî yê ku biryara vekirina wê hat dayîn li navçeya Sîdekanê ye û navê wê Kêleşîn e û bi vê yekê jî Soran dibe deriyê sêyemîn ê bi welatên cîran re.

Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got, “Me dest bi çêkirina rêyan kiriye. Em li ser tedbîrên din dixebitin ku derî bê vekirin û beşên ku divê li wir bên vekirin. Dê di demeke kurt de encam bêne dîtin.”

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de heft deriyên sînorî hene, 3 jê fermî û 4 jî nefermî ne ku ji van deriyên sînorî salane 4 milyar dolar bazirganî tê kirin.